Bokan; Girtina Îbrahîm Merdanî ji ber lixwekirina cemedanî û cilên xakî yên beşdarbûyên daweta kurê wî

04 May 2025 11:23

Hengaw; Yekşemî 4ê Gulana 2025an

Îbrahîm Merdanî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 3ê Gulana 2025an, Îbrahîm Merdanî, welatiyê temen 47 salî û xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve di mala xwe de hate girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, girtina Îbrahîm Merdanî ji ber amadebûna mêvanên daweta kurê wî bi lixwekirina cilên xakî û cemedanî bûye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Hêjayî gotinê ye ku, roja Şemî 22ê Adara 2025an, Mehmûd Nadirî li bajarê Sine her bi vê sedemê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin.

Di destpêka meha Kanûna îsal de, herî kêm 58 welatiyên Kurd li bajarên Mehabad, Bokan û Pîranşarê û pêkhatî ji endamê malbatên şehîdên tevgera, Jin, Jiyan, Azadî, piştî amadebûn di rêûresma dawetekê de bi cemedanî û cilûbergên xakî, bi tohmeta “sembolgerayî” bo dadgehê hatibûne gazîkirin.

Piştî gazîkirin û çêkirina dosyeyên dadwerî bo wan kesan, di heyama çend mehên borî de li bajarên cur bi cur yên Kurdistanê ji wan Sine, Bokan, Mehabad, Pîranşar û Şino hin vîdyo ji dawetan hatine belavkirin ku amadebûyan ji bo piştevanîkirin ji wan kesên ku hatibûne gazîkirin, bi cemedanî û cilûbergên xakî ve di rêûresman de beşdarî  kiribûn.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin