Girtîgeha Navendî ya Yezdê; Dijayetiya li hember azadiya demkî ya Xalid Zemanî, girtiyê siyasî yê Kurd di hefdehemîn sala girtina wî de

05 May 2025 11:44

Hengaw; Duşemî 5ê Gulana 2025an

Xalid Zemanî yê girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Xoyê ku li dawiya hefdehemîn sala girtîgeha xwe di girtîgeha navendî ya Yezdê de ye,  bi destêwerdana saziya Îtilaata Spaha Pasdaran careke din ji mafê mirexesiyê hatiye bêparkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Xalid Zemanî yê girtiyê siyasî yê Kurd, bavê 3 keç û kurekê û xelkê bajarê Xoyê, tevî derbaskirina 6,151 roj li  girtîgehê hê jî, ji mafê mirexesî û azadiya mercdar bêpar e.

Berdewamiya dijayetî ji mafê azadiya demkî ya Xalid Zemanî ji aliyê Saziya Îtilaata Spaha Pasdaran ve di halekê de ye ku, Encumena girtîgeha navendî ya Yezdê û Daxwazkarê Giştî yê vî bajarî, bi daxwaza wî razî bibûn û malbata wî ji bo vê mebestê barimteya 10 milyard Tumenî amade kiribû.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, berê di raporekê de li ser rewşa Xalid Zemanî dabû zanîn ku, tevî lihevhatina girtîgeha Yezdê û îdareya Îtilaatê li bajarê Xoyê, Cîbicîkirina Sizayan a bajarê Xoyê li dijî mirexesiya navbirî derket û herwisa nivîsîbû: “Kesekî yasayî li beşa cîbicîkirina sizayan li Xoyê gotiye, ji ber Kurdbûn û Sunîbûna Xalid Zamanî, îzna sûdwergirtin ji mirexesiyê bi navbirî re nayê danê.”

Xalid Zamanî di 30ê Hezîran a 2008an de, ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hate girtin û piştre ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê bi serokatiya dadwer “Newrozî”, bi tohmeta “dijayetîkirina dewletê ji rêya endametiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê” (PJAK) bi birîna destê çep û lingê rastê hatibû sizadan.

Piştî ku Xalid Zamanî nerazîbûna xwe nîşan da, ev sizaye ji bo Dîwana Bilind a welat hate şandin û piştî pêdaçûna vî sizayê di Dadgehê Pêdaçûnê ya Urmiyê de, bi 30 sal girtîgeh û dûrxistin ji bo girtîgeha navendî ya Yezdê hate guherîn.

Ev girtiyê siyasî yê Kurd di dema girtinê de û li girtîgeha Îtilaata Urmiyê bi tundî rastî îşkenceyên giran ên laşî û derûnî hatibû. Xalid Zemanî di 21ê Kanûna 2009an de, ji girtîgeha navendî ya bajarê Xoyê ji bo girtîgeha navendî ya Yezdê hatibû dûrxistin û heta niha li hember mirexesiya wî dijayetî hatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye ku, Fesîh Yasemenî, girtîyê hevdosyeyê Xalid Zemanî, di 8ê Çileya 2010an de li girtîgeha navendî ya Xoyê hatibû darvekirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin