Girtîgeha navendî ya Urmiye; Sizayê darvekirina Hemîd Husênnijad Heyderanlû yê tohmetbarê qurbaniya dosyeysazî bi nihênî hate birêveçûn

22 April 2025 00:42

Hengaw; Duşemî 21ê Nîsana 2025an

Sizayê darvekirina Hemîd Husênnijad Heyderanlû, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê Çaldiranê di sêyemîn sala girtina xwe de, piştî heyameke zêde dosyesayî li dijî wî, bi dizî ve li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate birêveçûn. Ev tohmetbarê siyasî di heyama girtinê de li bin givaş û îşkenceyan bû û ji hevdîtin û destpêregihîştin bi parêzer hatibû bêparkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 20ê Nîsana 2025a, sizayê darvekirina Hemîd Husênnijad Heyderanlû, girtiyê siyasî yê Kurd ê 40 salî û bavê sê zarokan li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate birêveçûn.

Ev girtiyê siyasî yê Kurd roja Çarşemî 16ê Nîsanê ji bo bêrêveçûna sizayê darvekirinê bo odeya takekesî ya girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin û ji ber grevgirtina malbata vî girtiyê sizayê darvekirina wî nehatibû birêveçûn û bo îdareya Îtilaatê hatibû veguhastin. Nîveroya heman rojê Hemîd Husênnijad Heyderanlû pêwendiyeke telefonî ya çend çirkeyî bi zimanê Farsî bi malbata xwe re girtibû.

Çavkaniyeke agehdar li girtîgeha navendî ya Urmiyê ji Hengawê re ragihandiye, Hemdî Husênnijad Heyderanû roja Şemî ji girtîgeha îdareya Îtilaatê bo odeya takekesî ya girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin û roja Yekşemî bi bê agehdargirina malbata wî sizayê darvekirina wî hatibû birêveçûn. Nûçegihaniya hikûmetî ya Roknayê bêyî îşarekirin bi rêkefta birêveçûna sizayê wî, birêveçûna sizayê darvekirina vî girtiyê piştrast kiribû.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî şermezarkirina tund a sizayê darvekirina Hemîd Husênnijad Heyderanlû bi awayekî nihênî ve, radigihîne ku ev girtiyê Kurd bûye qurbaniya dosyesazî û îtirafa bi zorê ya sizayên ewlehî û di pêvajoyeke tevahî nerohn de bi darvekirinê hatibû mehkûmkirin.

Sizayê darvekirinê di halekê de bû ku ev girtiyê siyasî heftiya borî di hevdîtina digel malbata xwe de hin belgeyên girêdayî dosyeya xwe pêşkêşî wan kiribûn, ku nîşanderê bêtawaniya wî û binpêkirina mafên wî di proseya dadgehê de ye. Biryar bû piştî demeke nêz fayl yan jî faylên dengî ji wan re bişandiba, lê di cih de bo odeya takekesî hatibû veguhestin û ev derfete jê re nehate danê.

Ji aliyeke dinê ve, mohra hatin û çûnê ya hatî tomarkirin li pasporta Hemîd Husênnijad Heyderanlû, nîşanderê wê yekê bû ku ew di dema rûdana pevçûnê ya îdeaya saziyên ewlehî û dadwerî yên Komara Îslamî ya Îranê de, li welatê Tirkiyê bûye.

Pêka mohra pasportê, ev girtiyê siyasî li 3ê Mijdara 2017an, ango roja qewimîna pevçûna çekdarane li navxweyê Îranê, ji rêya sînorê Bazirganê re ji welat çûye derê.

Eva di halekê de ye ku di bin îşkenceyên dijwar de neçar mabû îtirafa bi zorê li dijî xwe bike ku di pevçûna çekdarî de li dijî hêzên sînorî yên Komara Îslamî ya Îranê beşdarî kiriye û di wê rojê de herî kêm 8 kes ji van hêzan hatibûne kuştin.

Di dawiyê de dadgehê di bin givaşa îdareya Îtilaatê de îdia kiribû ku “Mistefa Nûrî” birayê hevjîna Hemîd Husênnijad Heyderanlû sala 2015an di dema kolberiyê de bi teqeya hêzên hikûmetî hatiye kuştin, û navbirî jî bi hênceta “tolhildanê” li dijî hêzên Komara Îslamî ya Îranê operasiyon encam daye.

Li destpêka Tîrmeha 2024an, Hemdî Husênnizad Heyderan, ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serokatiya dadwer “Necefzade” bi tohmeta “bexî” ji rêya endametî di Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de bi bê hebûna belgeyên pêwîst û tenê bi “zanista dadgehê” di yek ji dadgehên çend xulekî de bi darvekirinê hatibû sizadan.

Di dawiyê de Taya 9 a Dîwana Bilind sizayê darvekirinê piştrast kir û ev sizaye roja Çarşemî 26ê Adara 2025an, bi awayekî fermî ji Hemdî Husênnizad Heyderanlû re li girtîgeha navendî ya Urmiyê ragihandin.

Hengawê berê ragihandibû ku, ev girtiyê siyasî di heyama binçavkirinê de û heta li dema birêveçûna kombûna dadgehê jî, ji mafê destpêregihîştin bi parêzerê diyarîkirî hatibû bêparkirin. 

Hemîd Husênnijad Heyderanlû 11 meh û 10 roj  di heyama girtina xwe de di bin zextên derûnî û fizîkî de li girtîgeha Îtilaata Urmiyê bûye û ji mafên xwe yên bingehîn yên wekî serdankirina malbatê bê par bûye û tenê du caran pêwendiya telefonî hebûye.

Navbirî di bin îşkenceyên giran de neçar mabû ku li dijî xwe îtirafa bi zorê bike ku beşdariya çalakane ya çekdarî li dijî hêzên hêzên sînorî yên Komara Îslamî ya Îranê hebûye û herî kêm 8 kes ji van hêzan hatine kuştin.

Hemîd Husênnijad Heyderanlû roja Pêncşemî 13ê Nîsana 2023an, li ser sînorê Çaldiranê ji aliyê hêzên sînorî yên hikûmetê ve digel çend Efxaniyan hatibû girtin û bo yek ji girtîgehên ewlehî li Çaldiranê hatibû veguhastin. Ji wir jî bi sedema biryara girtinê ji aliyê Wezareta Îtilaatê ve daxwaza berdana wî bi barimteyê hatibû redkirin û bo girtîgeha îdareya Îtilaatê li bajarê Urmiyê hatibû veguhestin.

Ev welatiyê Kurd di dawiyê de li navîn meha Şibata 2024an, ji girtîgeha îdareya Îtilaatê li Urmiyê bo benda 2 a girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû veguhastin û heta niha di vê  bendê  de  ye.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin