Du bira yên xelkê bajarê Bokanê yên bi navên Mûsa Yadiyar û Hemze Yadiyar ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

Hengaw; Duşemî 5ê Gulana 2025an
Du bira yên xelkê gundê “Guwêktepe” yê ser bi bajarê Bokanê yên bi navên Mûsa Yadiyar û Hemze Yadiyar bi sedema lixwekirina cilên Kurdî yên xakî û herwisa bikaranîna “cemedanî” li daweta hevalek xwe ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 9ê sibêdeha roja Yekşemî 4ê Gulana 2025an, hêzên îdareya Îtilaatê li bajarê Bokanê du bira yên bi navên Mûsa Yadiyar ê 26 salî û Hemze Yadiyar ê 25 salî bi awayekî hovane girtin û bo cihek nexuya veguhastin.
Pêka gotina çavkaniyeke nêzî malbata Yadiyar, hêzên îdareya Îtilaatê ev du birayane li dukana cihê karê Mûsa Yadiyar tevî lêdan û kutaneke zêde girtine û piştre bo cihekî nexuya veguhastine.
Vê çavkaniye di berdewamiyê de ji Hengawê re daye zanîn: “Mûsa û Hemze bi sedema lixwekirina cilên Kurdî yên xakî û herwisa bikaranîna cemedanî li daweta hevalek xwe li bajarê Bokanê hatine girtin”.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, hêzên îdareya Îtilaatê piştî girtina van du birayan êrîş kirine ser mala dayîk û bavê wan û hewla vekolîna mala wan danw û rewşekê tirsê di nava malbata an de çê kirine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq çarenivîs û cihê ragirtina van du birayên Kurd li ber dest nîne û lipeykevtinên malbata van bê encam maye.