Girtîgeha navendî ya Îlamê; 3 girtiyên siyasî yên Kurd bo girtîgehên Zahidan, Kirman û Meşhedê hatine dûrxistin

Hengaw; Sêşemî 6ê Gulana 2025an
Nasir Rizayî, Wehîd Çawiran, û Mihemedhusên Hasilî, sê girtiyên siyasî yên Kurd ên girtî li girtîgeha navendî ya Îlamê, bo girtîgehên Kirman, Zahidan û Wekîlava ya Meşhedê hatine dûrxistin. Ev her sê welatî di meşa tevgera Jin, Jiyan, Azadî de hatibûne girtin û piştre her yek ji wan 12 sal sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 4ê Gulana 2025an, Nasir Rizayî û Wehîd Çawiran, çalakvanên sivîl, çiyager û mamosteyên “paraşût”ê, her du jî xelkê Avdananê, û Mihemedhusên Hasilî, xelkê bajarê Serab Bax ê girêdayî parêzgeha Avdananê, bo girtîgehên Kirman, Zahidan û Meşhedê hatine dûrxistin.
Nasir Rizayî, Wehîd Çawiran, û Mihemedhusên Hasilî di 4ê Îlona 2023an de, ji bo nîşandana nerazîbûna xwe li hember zextên derûnî û fîzîkî, bi hev re dest avêtibûn bi gireva birçîbûnê.
Ev her sê welatiyên Kurd, roja Duşemî 8ê Çileya 2024an, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îlamê ve bi tohmetên weke "miharibe û "kombûn û lihevkirin li dijî asayişa netewî" her yek ji wan bi 12 sal girtîgeh û dûrxistin bo girtîgehên Kirman, Zahidan û Meşhedê hatibûne sizadan.
Mihemedhusên Hasilî, roja Çarşemî 26ê Tîrmeha 2023an, di encama êrîşa hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê de hatibû girtin.
Wehîd Çawiran jî roja Înê, 23ê Hezîrana 2023an, bi awayekî hovane ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatibû girtin.
Nasir Rizayî jî, roja Yekşemê 13ê Tebaxa 2023an, piştî gazîkirin bo dadgeha Dêluranê, hatibû girtin. Navbirî berê jî, roja Duşemî 22ê Gulana heman salê hatibû girtin û piştre bi danîna barimteyê hatibû berdan.