Tevgera Jin Jiyan Azadî; Raporek ji du welatiyên Kurd ên xelkê Herêma Kurdistanê li girtîgeha Banê

26 October 2024 12:41

Hengaw; Şemî 26ê Cotmeha 2024an

Aram Behadîn û Resûl Riza Şerîf, du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê “Pêncuwên” ê ser bi parêzgeha Silêmanî ya ser bi Herêma Kurdistanê ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibûne girtin, li ser hev bi 22 sal û 6 meh girtîgehê hatine sizadan û di girtîgeha navendî ya Banê de binçavkirî ne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Aram Behadîn” ê xelkê gundê “Çalav” û “Resûl Riza Şerîf” ê xelkê gundê “Teymez” ên ser bi bajarê Pêncuwêna Herêma Kurdistanê, ji du sal berî niha ve û di tevgera Jin Jiyan Azadî de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûne girtin û herwisa bi bê mafê mirexesî li girtîgeha Banê binçavkirî bûn.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev du welatiyên Kurd piştî girtinê bo heyama sê mehan li girtîgehê û odeya takekesî di bin îşkenceyên dijwar de bûne û ti pêwendiyek bi malbatên xwe re nebûne û di dawiyê de ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi tohmeta “hewldan li dijî ewlehiya netewî” her yek bi 15 sal girtîgehê hatibûne sizadan.

Sizayê navbirî piştre û piştî stûxwariya wan bo dengê dadgehê, bo her yek ji wan bo 11 sal û 3 meh girtîgehê hate guherîn û ji wê demê heta niha bêyî mafê mirexesî li girtîgehên Sine û Banê ragirî bûne.

Hêjayî gotinê ye ku, ev du welatiyên Kurd li dema girtinê ji mafên xwe yên destpêkî yên wekî destpêregihîştin bi parêzer û herwisa mafê pêwendîgirtin û hevtîtin bi malbatên xwe re hatibûne bêparkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin