Raporek derheq rewşa Perham Perwerî piştî du sal ji binçavkirin û dûrxistinê

08 October 2024 13:44

Hengaw; Sêşemî 8ê Cotmeha 2024an

Perham Perwerî yê werzişvanê ciwan ê xelkê Seqizê di meşa tevgera “Jin Jiyan Azadî” de li Tehranê hatibû girtin û bi giştî bi 15 sal sizayê girtîgeh û dûrxistinê hatibû sizadan û piştî salek û çar mehan bi awayekî nihênî bo parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hate dûrxitin û niha di rewşeke xirab a derûnî û laşî de ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Perham Perwerî ku derbasî sêyemîn sala girtina xwe dibe, bi bê rojek mafê azadiya demkî (mirexesî) di halekê de li girtîgeha Îranşrlehra ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê tê ragirtin, ku di heyama du hefteyên dawî de ti pêwendiyeke telefonî bi malbata xwe re nebûye, malbata Perwerî ji ber dûrbûna rêyan ti zanyariyek ji qedera kurê xwe li ber dest nîne û ji rewşa tendirustiya Perham nîgeran in.

Li gorî zanyariyên ku gihaye destê Hengawê, Perham Perwerî li girtîgeha Îranşehrê, bêyî berçavgirtina cudakirina girtiyan, di nav girtiyên tawanên asayî û tawanbarên metirsîdar de tê ragirtin.

Hengaw di hevpeyvînekê de digel çavkaniyeke nêzî malbata Perwerî agehdar bûye ku, dayîk û bavê Perham Perwerî ji ber dûrbûna rêya di navbera Seqiz bo Îranşehrê de, heya niha du car karîne bo hevdîtina navbirî biçin, bajarê Seqizê bajarê jidayikbûna Perham heta girtîgeha Îranşehrê cihê ragirtina navbirî 1,950 kîlometran dûr e û bi trombêla şexsî zêdetir ji 25 demjimêran pêwîst e ku bigehine Îranşehrê, ev yeka ji bo dayîk û bavê Perham ji ber ku nexweş in gelek dijwar e.

Tevî ku malbata Perham Perwerî heya niha bo çendîn caran ji aliyê Dezgehên Dadwerî ve daxwaza veguhastina vî girtiyê siyasî bo girtîgeha navendî ya Seqizê û yan jî bo girtîgeha Êvînê ya Tehranê kirine, lê daxwaza wan hatiye redkirin; ev yeka di halekê de ye ku li gorî ayînnameya birêveber a rêxistina girtîgehan û tedbîrên ewlehiyê, girtî dikare piştî ku siza tê dayîn daxwaza veguhastinê ji bo cihê nîştecihbûna xwe bike.

Hêjayî gotinê ye ku, dema ku Perham Perwerî li girtîgeha Wezareta Îtilaatê li Tehranê bû, ji bo azadiya demkî belgeya xaniya malbatî ya vê malbatê wekî barimteyê radestî dadseraya Êvînê hatiye kirin û ev yeka di halekê de bûye ku ti carî îzna azadiya demkî bi Parham re nehatiye danê û ev belgeya xanî jî heya niha di barimtê de ye.

Perham Perwerî, werzişvanê ciwan yê xelkê Seqizê ku di meşa tevera Jin Jiyan Azadî de li Tehranê bi lêdan û kutanê hatibû girtin û piştî dayîna siza li 13ê Çileya 2024an, bi awyekî nihênî bo girtîgeha Îranşehrê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hatibû dûrxistin.

Di meha Hezîrana 2024an de, endazyar Perham Perwerî, ji aliyê Taya 28 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya "Emûzade" bi tohmeta "miharibe" bi 10 sal girtîgeh û dûrxitin bo girtîgeha "Cask" li parêzgeha Hormozganê û bi tohmeta "hewldan li dijî ewlehiya netewî" bi 5 sal girtîgeha hatibû sizadan.

Ev sizaye roja Sêşemê 19ê Hezîranê, bi awayekî fermî ji malbata endazyar Parhan Perwerî re hatibû ragihandin. Rûniştina dadgehîkirina vî welatiyê Kurd roja Yekşemî 28ê Gulana 2023an di halekê de hatibû lidarxitin ku du car rûniştina dadgehîkirin wî hatibû paşxistin.

Sizayê navbirî piştî nerizatiya Maziyar Tatayî yê parêzerê vî girtiyê siyasî bo Taya 9 Dîwana Bilind hate şandin û di meha Kanûna heman salê de wek xwe hate pejirandin.

Perham Perwerî ku di 9ê Mijdara 2022an de, bi tohmeta "miharibe" ji aliyê Dadseraya Êvînê ve rû bi rû bibû, roja Yekşemî 9ê Nîsana 2023an, tevî 20 girtiyên siyasî yên dinê bi bê agehdarkirina berê ji girtîgeha mezin a Tehranê bo girtîgeha Êvînê hatibûne veguhastin.

Ev ciwanê xelkê Seqizê roja Duşemî 3ê Cotmeha 2022an, dema ku ji karê xwe vedigeriya bo mala xwe di nava xwenîşandanên xelkê bajarê Tehranê de, bi awayekî hovane û bi lêdan û kutanê ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatibû girtin, navbirî di dema binçavkirinê de ji aliyê hêzên ewlehî ve rastî îşkenceyên dijwar ên laşî hatibû. Herwiha di heyama lêpêçînê de li benda Wezareta Îtilaatê li girtîgeha Êvînê ji bo vergrtina îtirafên bi zorê di bin zext û givaşan de bûye û rastî gefan hatibû.


Di vî warî de zêde bixwînin