Nediyarbûna çarenivîsa Kemal Lutfî tevî nexwaşiya pîstê

22 April 2024 22:17

Hengaw; Duşemî 22ê Nîsana 2024an

Kemal Lutfî yê endamê malbatên dadxwaz û bavê Riza Lutfî ji canjidestdayiyên tevgera Jin Jiyan Azadî ku vê dawiyê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 5 sal girtîgehê hatibû sizadan, tevî derbasbûna du hefte ji girtina navbirî û hebûn nexwaşiya pîstê, hê jî çarenivîsa wî nediyar e û ew yeka bûye sedema dilgiraniya malbatê derheq rewşa tenduristiya wî.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Kemal Lutfî yê endamê malbatên dadxwaz ku du hefte beriya niha ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin, çarenivîsa wî nediyar e û lipeyketinên malbata navbirî di vê derbarê de bê encam maye.

Kemal Lutfî ku sala borî di girtîgeha Kamêranê de tûşê nexwaşiya pîstê bibû, di heyama ku girtîgehê de bû ji mafê pêregihîştina navendên pizîşkî bêpar bû û ew yeka jî bûye sedem ku heta nexwaşiya navbirî dijwartir bibe.

Li gor gotina çavkaniyeke nêzî malbata navbirî, Kemal Lûtfî di vê dawiyê de ku serdana navendên dermanî yên Hemedan û Sineyê kiribû, pizîşkan tekezî kiribûn ku navbirî ji ber nexwaşiya xwe nikare di girtîgehê de bimîne, lê tevî vê yekê dîsanê jî hêzên ewlehî navbirî girtine û heya niha çarenivîsa wî nediyar e û ew yeka bûye sedema dilgiraniya malbatê.

Hengawê berê di raporekê de nivîsîbû ku Kemal Lutfî, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Dêwulanê ve bi tohmeta "propagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê" bi salek girtîgehê, "bêrêzîkirin bi Xamineyî" bi du sal girtîgehê û “bêrêzîkirin û erîşkirin li ser Xumeynî” bi du sal girtîgehê bi giştî bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.

Kemal Lutfî yê temen 46 salî, roja Sêşemî 9ê Nîsana 2024an piştî wê ku ji bo Dadgeha Şoreş a Qurwê hatibû gazîkirin, li wir ji aliyê hêzên ewlehî ve bo cara duyem haibû girtin. 

Hêjayî gotinê ye ku Kemal Lutfî, roja Yekşemî 16ê Nîsana 2023an, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û ji bo girtîgeha Kamêranê hatibû veguhastin.

  
Ev bavê dadxwaz di vê dawiyê de piştî 78 roj girtîgehê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonxên dadgehê ji girtîgeha Kamêranê hatibû berdan.

Kemal Lûtfî di girtîgeha Kamêranê de rastî nexwaşiya pîst hatibû û ji ber ku bo navendên dermanî nehatibû veguhastin çend caran dest avêtibû bi gireva birçîbûnê.


Di vî warî de zêde bixwînin