Rewşa xirab a girtiyekî Kurd hevdem digel 22emîn roja gireva birçîbûna wî li girtîgeha Nexedê

16 June 2024 10:25


Hengaw; Yekşemî 16ê Hezîrana 2024an

Girtiyekî Kurd ê bi navê Silêman Mihemedpûr ê xelkê Pîranşarê li girtîgeha navendî ya Nexedê di nava gireva xwe ya birçîbûnê ya demdirêj de rastî têkçûna laşî û derûnî hatiye û navbirî pêwîstiya bilez a dermanî heye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, rewşa tendirustiya Silêman Mihemedpûr, girtiyê xelkê Pîranşarê ku 22emîn roja gireva xwe ya birçîbûnê bi nîşaneya nerazîbûnê li girtîgeha navendî ya Nexedê derbas dike, gelekî xirab e.

Li gor çavkaniyeke agehdar, Silêman Mihemedpûr 4 meh berî niha bi tohmeta "qaçaxçîtiya çekan" hatibû girtin û ev 22 roj in di girevê de ye.

Silêman Mihemedpûr ji roja Înê 24ê Gulana 2024 ve, bi nîşana nerazîbûna xwe li hember nediyarbûna çarenivîsa xwe li girtîgeha navendî ya Nexedê dest avêtibû bi gireva birçîbûnê û tevî têkçûna rewşa wî, herwisa berdewam e.


Di vî warî de zêde bixwînin