Urmiye; Mamoste Selam Mehmûdiyan û Mamoste Hesen Xizrî bi girtîgeh û dana perê nexdî hatine sizadan

Hengaw; Sêşemî 6ê Gulana 2025an
Mamoste Hesen Xizrî û Mamoste Dr. Selam Mehmûdiyan ji çalakvanên olî yên Kurd û Sune mezheb û pêşnimêjên gundên derdorê bajarê Serdeştê, ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyên Olî li Urmiyê, her yek bi du sal girtîgeh û dana perê nexdî hatine sizadan.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Mamoste Selam Mehmûdiyan ê pêşnimêjê gundê “Bêwirana Xwarê” û Mamoste Hesen Xizrî yê mamosteyê gundê “Bêwirana Serê” yê ser bi bajarê Serdeştê, ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyên Olî ve li Urmiyê, her yek ji wan bi du sal girtîgeh û valakirina 20 milyon Tumen perê nexdî hatine sizadan.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, roja Duşemê 5ê Gulana 2025an, kombûna pêregihîştin bi tohmetên van her du çalakvanên olî yên Kurd hatiye lidarxistin û piştî bi dawîbûna kombûna dadgehê sizayê destpêkî ji wan re hatiye ragihandin.
Hêjayî gotinê ye ku, ev du mamosteyên olî yên Kurd di meşa tevgera “Jin Jiyan Azadî” de, ji ber piştgirî ji xelkê û qurbaniyan û cangoriyên tevgerê, ji aliyê navendên ewlehî ve hatibûne gazîkirin û li Dadgeha Taybet a Mamosteyan dosye li dijî wan hatibû vekirin.