Kirmaşan; Mamoste Ayet Xulamî, mamosteyê olî yê Sune mezheb bi du sal girtîgehê hate sizadan

Hengaw; Yekşemî 245ê Gulana 2025an
Mamoste Ayet Xulamî, Mamosteyê olî yê Kurd ê Sune mezheb û pêşnimêjê berê yê mizgefta “Mihemed El-Mistefa” ya bajarê Kirmaşanê û mamosteyê Mekteba Zanista Olî ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyên Olî ve li bajarê Hemedanê, bi du sal girtîgehê hate sizadan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 24ê Gulana 2025an, mamoste Ayet Xulamî, mamosteyê olî yê Kurd ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyên Olî ve li bajarê Hemedanê bi tohmetên “piropagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê”, “belavkirina naverokên nerast”, “ handana raya giştî” û “sivikayetîkirin bi Fatime” bi du sal girtîgeha sepyayî ku salek ji wê divê were birêveçûnê, hatiye sizadan.
Sizayê derçûyî roja Şemî 24ê Gulana 2025an bi navbirî re hate ragihandin û bo heyama 20 rojan derfeta nîşandana nerazîbûmê heye.
Ev mamosteyê olî yê Kurd berê li rêkefta 23ê Nîsana 2025an, bo taya Kirmaşanê ya Dadgeha Taybet a Mamosteyan hatibû gazîkirin û her ji wê derê hatibû girtin.
Hêjayî gotinê ye ku, ev mamosteyê Sune mezheb li rêkefta 9ê Tîrmeha sala 2024an, piştî gazîkirin bo beşa “Parastina Navendî” ya mamosteyên olî li Kirmaşanê, bi biryara vê saziya ewlehî ji pêşnimêjî û çalakî li mizgeftê hatibû qedexekirin.
Demek kurt piştî qedexekirina çalakiyan, vî mamoateyê olî di vîdyoyekê de tevî nîşandana nerazîbûnên xwe derheq sizayên xwe, tekezî kiribû ku berê hatibû agehdarkirin ku divê hemû wane û kombûnên Mizgefta “Mihemed El-Mistefa” bin çavedêriya wan mamosteyên ku ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine pejirandin, were birêveçûn.
Mamoste Ayet Xulamî berê diyarî kirbû ku, sedema qedexekirina çalakiyan nîşandana nerazîbûnanê li derheq kuştina kolber û rexnekirina hikûmetê, wajokirina daxuyaniyeke şermezarkirinê li dijî darvekirina mamoste Mihemed Xizirnijad û girtina mamosteyan û qedexekirina çalakiyên wan e.