Gazîkirin û dubare sizadana Mamoste Sabir Xudamuradî bi 22 meh girtîgehê ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyan a Hemedanê ve

Hengaw; Çarşemî 23ê Nîsana 2025an
Mamoste Sabir Xudamuradî, pêşnimêjê taxa "Qewex" a bajarê Seqizê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi salek û 10 meh girtîgehê hate sizadan. Navbirî berî niha jî bi sizayê girtîgeh û lêdana qamçiyan hatibû sizadan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 23ê Nîsana 2025an, Mamoste Sabir Xudamuradî, ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyan ve li Hemedanê hate gazîkirin û sizayê 22 meh girtîgehê jê re hate ragihandin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê tohmetên ku li dijî vî çalakvanê olî yê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.
Hêjayî behskirinê ye ku, Mamoste Sabir Xudamuradî, meha Gulana sala 2023an de jî, ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyan ve li bajarê Hemedanê, bi 7 meh girtîgeh û herwiha lêdana 72 derbên qamçiyan hatibû sizadan.
Ev mamosteyê Kurd li meha Gulana sala borî û meha Şibata 2023an, bi sedema nîşandana nerizayetî li hember hikûmetê û piştevanîkirin ji daxwazên xelkê di tevgera "Jin Jiyan Azadî" de li xutbeyên Înê, bo Dadgeha Taybet a Mamosteyan li Hemedanê hatibû gazîkirin.