Seqiz; Mamoste Sabir Xudamuradî bi 15 meh girtîgehê hate sizadan

29 August 2024 22:24

Hengaw; Pêncşemî 29ê Tebaxa 2024an

Mamoste Sabir Xudamuradî, pêşnimêjê şehreka "Qewex" a bajarê Seqizê ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyan li Hemedanê bi 15 meh girtîgehê hate sizadan. Navbirî berî niha jî bi sizayê girtîgeh û lêdana qamçiyan hatibû sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, vê dawiyê Mamoste Sabir Xudamuradî, pêşnimêjê şehreka "Qewex" a bajarê Seqizê ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyan li Hemedanê bi 15 meh girtîgehê hatiye sizadan. Ev sizaye ji rêya pêwendiyeke telefonî ve bi vî mamosteyê Kurd re hatiye ragihandin.

Hêjayî behskirinê ye ku, Mamoste Sabir Xudamuradî, meha Gulana sala 2023an de jî, ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyan li bajarê Hemedanê, bi 7 meh girtîgeh û herwiha lêdana 72 derbên qamçiyan hatibû sizadan.

Berî niha Hengawê di raporekê de belav kiribû ku, îdareya Îtilaatê gef li Xudamuradî xwaribû ku eger berdewam rexneyên xwe di mizgeftê de berdewam bike, sizayê wî dê demûdest bê cîbicîkirin.

Ev mamosteyê Kurd li meha Gulana sala borî û meha Şibata 2023an, bi sedema nîşandana nerizayetî li hember hikûmetê û piştevanîkirin ji daxwazên xelkê di tevgera "Jin Jiyan Azadî" de li xutbeyên Înê, bo Dadgeha Taybet a Mamosteyan li Hemedanê hatibû gazîkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin