Pîranşar; Gazîkirin û girtina Mihemed Mihemedî bi mebesta birêvebirina sizayê girtîgehê

07 May 2025 15:11

Hengaw; Çarşemî 7ê Gulana 2025an

Mihemed Mihemedî (Şêxalî), welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Pîranşarê û ji girtiyê tevgera "Jin Jiyan Azadî" bo birêvebirina du sal sizayê girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 6ê Gulana 2025an, Mihemed Mihemedî (Şêxalî), ji girtiyê tevgera "Jin Jiyan Azadî" û xelkê gundê "Şînava" yê ser bi bajarê Pîranşarê hate girtin û ji bo derbaskirina heyama girtîgeha bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhastin.

Ev welatiyê Kurd roja Duşemî 20ê Şibata 2023an, piştî nêzî çar meh ji lêpirsîn û binçavkirinê, bi danîna barimteya 2 milyard Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonqxên dadgehê, ji girtîgeha navendî ya Nexedê hatibû berdan.

Mihemed Mihemedî (Şêxalî) roja Yekşemî 30ê Cotmeha 2022an, di meşa tevgera "Jin Jiyan Azadî" de bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin û bo girtîgeheke vê saziya ewlehî li Urmiyê hatibû veguhastin û piştî du mehan bo girtîgeha Nexedê hatibû veguhastin. Navbirî pştî nêzî 4 meh ji binçavkirinê, di 20ê Çileya 2023an de bi danîna barimteya du milyard Tumenî û bi awayekî demkî ji girtîgeha navendî ya Nexedê hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, navbirî piştre ji aliyê Dadgeha Şoreş a Pîranşarê ve bi tohmeta "endamtî di Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de" du sal sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin û ev sizaye ji aliyê Dadgeha Pêdeçûnê ve jî wek xwe hate piştrastkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin