Şino; Girtina Yasir Şerîfiyan, Reşîd Feqêzade û Umîd Îbrahîmî ji aliyê hêzên ewlehî ve

07 May 2025 15:23

Hengaw; Çarşemî 7ê Gulana 2025an

Sê welatiyên Kurd û xelkê bajarê Şino yên bi navên Yasir Şerîfiyan, Reşîd Feqêzade û Umîd Îbrahîmî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 7ê Gulana 2025an, Yasir Şerîfiyan, Reşîd Feqêzade û Umîd Îbrahîmî, sê welatiyên xelkê bajarê Şino li encama êrîşa hêzên ewlehî bo ser malên wan bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbatên van sê welatiyan bi mebesta agehdarbûn ji çarenivîs û rewaş wan heta niha bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina wan ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin