Bokan; Girtina Mîlad Nasirî yê temen 17 salî bi mebesta birêvebirina sizayê girtîgehê

Hengaw; Çarşemî 7ê Gulana 2025an
Mîlad Nasirî, nûciwanê temen 17 salî û xelkê bajarê Bokanê piştî gazîkirin û serdankirin bo Birêveberiya Sizayan a vî bajarî bi mebesta birêvebirina 18 meh sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Bokanê hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 6ê Gulana 2025an, Mîlad Nasirî, nûciwanê temen 17 salî û xelkê gundê "Kanî Reş" ê ser bi bajarê Bokanê bo birêvebirina salek û 6 meh sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.
Mîlad Nasirî di vê dawiyê de ji aliyê Dadgeha Şoreş a Bokanê ve bi tohmeta "endamtî di Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de" 18 meh sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.
Ev welatiyê Kurd, roja Çarşemî 23ê Cotmeha 2024an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi awayekî hovane hatibû girtin û piştî du hefteyan bi danîna barimteya 400 milyon Tumenî bi awayekî demkî û heta dawî qonqxên dadgehê, ji benda nûciwanan a girtîgeha navendî ya Bokanê hatibû berdan.