Kerec; Girtina Ejder Pîrî, lêkolîner û sernivîserê kovara navnetewî ya Lêkolînên Neteweyan bi mebesta birêvebirina sizayê girtîgehê

08 May 2025 10:06

Hengaw; Pêncşemî 8ê Gulana 2025an

Ejder Pîrî yê lêkolerê Kurd ê xelkê Urmiye û sernivîserê kovara navnetewî ya “Lêkolînên Netewan”, bo birêvebirina salek girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Kerecê hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Ejder Pîrî yê temen 36 salî û sernivîserê kovara navnetewî ya Lêkolînên Netewan, bo birêvebirina salek girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Kerecê hate veguhastin.

Ejder Pîrî destpêka meha Çileya 2025an, ji aliyê Taya 3 a Dadgeha Şoreş a Kerecê ve bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê" salek sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.

Çavkaniyeke agehdar di vê derbarê de ji Hengawê re ragihandiye, Ejder Pîrî ji bilî ku sizayê salek girtîgeh bi ser de hatiye sepandin, herwiha wek sizayê tevawker du sal qedexya çalakîkirin di nav torên civakî de jî bi ser de hatiye sepandin.

Hêzên îdareya Îtilaatê roja Duşemî 21 Cotmeha 2024an, bi êrîşkirin bo ser mala Ejder Pîrî li bajarê Kerecê, ev lêkolîner Kurd binçav kiribûn.

Hêjayî gotinê ye ku, hêzên îdareya Îtilaatê tevî girtina Ejder Pîrî, mala wî vekolîn kiribûn û dest danîbûne ser kelûpelên elekteronî yên wî wekî telefon û leptap.

Ev lêkolînerê Kurd di dawiyê de piştî 26 roj ji binçavkirinê, li rêkefta 15ê Mijdara 2024an bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî û bi awayekî demkî û heta dawî qonaxên dadgehê  hatibû berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin