Mihabad; Girtin û nedyarbûna çarenivîsa Hejar Rehîmî

30 May 2024 12:28

Hengaw; Pêncşemî 30ê Gulana 2024an

Hejar Rehîmî yê rojnameger û çalakvanê sivîl yê xelkê Mihabadê piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaatê hate girtin û çarenivîsa wî nedyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 25ê Gulana 2024an, Resûl (Hejar) Rehîmî yê rojnameger û çalakvanê sivîl ku Birêveberê Pêgeha Nûçegihaniya “Hewal” û xelkê Mihabadê piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaatê hate girtin û ji wê demê ve heya niha cihê ragirtin û çarenivîsa wî diyar nîne. 

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Lipeyketinên malbata wî li derheq agehdarbûn ji rewşa yasayî û şêwaza ragirtina wî, heya niha bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyeke serast derbarê qeder û tohmetên li dijî wî rojnamegerî hatinî sepandin û cihê ragirtina wî li ber dest nîne


Di vî warî de zêde bixwînin