Şino; Girtina 5 kes ji birêvebirên rûpelek Instagramê ji ber rêûresmên taybet bi Newrozê

21 May 2024 10:23

Hengaw; Sêşemî 21ê Gulana 2024an

Herî kêm pênc çalakvanên torên civakî yên bi navên Hejar Mehmûdî, Dilşad Şadab, Basit Qadirzade, Semî´i Mehmûdîeqdem û Zahir Hacîpûr ji ber birêvebirêna rêûresmên taybet bi Newroza Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehî ve  hatine girtin. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 20ê Gulana 2024an, 5 kes ji çalakvanên medyayî û birêveberên rûpela Instagrama (Şinoyekem) bi navên Hejar Mehmûdî, Dilşad Şadab, Basit Qadirzade, Semî´i Mehmûdîeqdem û Zahir Hacîpûr piştî gazîkirin bo Îtilaata Şinoyê hatine girtin.

Li gorî vê raporê Hejar Mehmûdî yê temen 30 salî û xelkê bajarê Pîranşarê birêveberê serekê yê rûpelê ye, Dilşad Şadab yê temen 22 salî wênegir û montêr e, Basit Qadirzade yê temen 28 salî û Zahir Hacîpûr her du bêjer û Semî,i Mehmûdîeqdem jî mamosteyê zimanê Kurdî ye ku piştî gazîkirin bo Îtilaata Şinoyê hatine girtin.  

Hengaw agehdar bûye ku her 5 welatiyên Kurd ji ber birêvebirina rêûresmên taybet bi Newroza Kurdistanê hatine girtin. Hêjayî gotinê ye ku beriya niha çend postên vê rûpela civakî derheq rêûresmên taybet bi Newrozê bi zext û zora Îtilaatê hatine reşkirin.

Şopênerên vê rûpelê ji Hengawê re dane zanîn ku hevdem digel girtina wan kesane, Îtilaatê dest daniye ser telefon, leptab û rûpelên wan û rûpelên wan hatine ragirtin.


Di vî warî de zêde bixwînin