Kerec; Girtina Ejder Pîrî, sernivîserê kovara navnetewî ya Lêkolînên Neteweyan

01 November 2024 13:35

Hengaw; Înê  1ê Mijdar 2024an 
 
Ejder Pîrî yê lêkolerê Kurd ê xelkê Urmiyê û sernivîserê kovara navnetewî ya Lêkolînên Netewan, ji 10 roj berî niha ve ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarê Kerecê, navenda parêzgeha Elborzê hatiye girtin û biryara girtina wî hatiye dirêjkirin. 
 
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 21ê Cotmeha 2024an, hêzên îdareya Îtilaatê li bajarê Kerecê bi êrîşkirin bo ser mala Ejder Pîrî yê 36 salî û lêkolîner û sernivîserê kovara‌ navnetewî ya Lêkolîna Neteweyan binçav kirin. 
 
Li gorî çakaniyeke nêzî malbat Pîrî, hêzên îdareya Îtilaatê tevî girtina Ejder Pîrî, mala wî vekolîn kirine û dest danîne ser kelûpelên elekteronî yên wî yên wekî telefon û leptap. 
 
Hengaw hatiye agahdarkirin ku, di heyama du hefteyên borî de, Ejder Pîrî tenê pêwendiyek telefonî bi malbata xwe re hebûye û vê dawiyê biryara binçavkirina wî bo 20 rojan hatiye dirêjkirin. 
 
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê cihê ragirtin, sedemên binçavkirin û tometên li dijî vî çalakvanê Kurd hatinî sepandin li ber dest nînin û malbata wî jî nekariye pê re hevdîtinê bike.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin