Tehran; Mistefa Nî`imetî, rojnamevanê xelkê Avdananê bi 64 meh girtîgehê hate sizadan

24 September 2024 17:41

Hengaw; Sêşemî 24ê Îlona 2024an

Mistefa Nî`imetî, rojnamevan û aborînasê Kurd û xelkê bajarê Avdanan ê ser bi parêzgeha Îlamê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi giştî 5 sal û 4 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, vê dawiyê Mistefa Nî`imetî yê temen 48 salî ji aliyê Dadgeha Keyferî ya Tehranê ve bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê" bi 8 meh girtîgeh, bi tohmeta "bêrêzîkirin bi pîroziyên olî" bi 40 meh girtîgeh û bi tohmeta "weşana direwan" bi 16 meh girtîgeh û 15 milyon Tumen sizayê pere û bi giştî bi 64 meh girtîgehê hate sizadan.

Li gorî yasaya Serhevkirina Sizayan, sizayê herî giran wate 40 meh girtîgeh ji bo Mistefa Nî`imetî dê were cîbicîkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke aghedar, di heyama rojên borî de Mistefa Nî`imetî bo birêvebirina sizayê girtîgehê ji aliyê Taya 1 a Birêvebirina Sizayan a Dadgeha Giştî û Şoreş a Tehranê ve bo girtîgeha Êvînê hatiye gazîkirin.

Mistefa Nî`imetî, aborînas û nivîskar li rojnameya "Ticaretê Ferda" û ji endamê girûpên çiyagerî yên Avdananê ye.

Herwiha, Murteza Nî`imetî, mamostayê zanîngeh û birayê vî rojnamevanê Kurd, sala borî li pêwendî digel tevgera Jin, Jiyan Azadî, ji dersdanê hatibû bêparkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin