Serdeşt: Girtina "Umer Ehmed" ê naskirî bi "Resuke"
Hengaw; Duşemî 8ê Kanûna 2025an
Umer Ehmed ê naskirî bi "Resuke", welatiyê Kurd û xelkê bajarê Qeladizê yê ser bi Herêma Kurdistanê û raportêrê kanala "Ava Media", digel çar kesên dinê ji wêneger û hevkarên vê tora medyayî, li Serdeştê ji aliyê Îtilaata Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ve hatine binçavkirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 3ê Kanûna 2025an, Umer Ehmed, raportêrê navdar ê televîzyonê û xelkê bajarê Qeladizê yê ser bi Herêma Kurdistanê, digel çar hevkarên xwe, li Serdeştê ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatine binçavkirin.
Binçavkirina Umer Ehmed û hevkarên wî di dema rûmalkirina roja duyem a festîvala "Beyt û Heyran" a Serdeştê de pêk hatiye.
Heta dema belavbûna vê raporê, saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê derbarê vê yekê de ti rohnkariyek nedane û sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî van welatiyane hatine sepandin hê jî nediyar in.