Seqiz; Ferdîn Mistefayî yê endamê Fedrasiyona Navnetewî ya Rojnamevanan hate girtin

18 September 2024 20:43

Hengaw; Çarşemî 18ê Îlona 2024an

Ferdîn Mistefayî, rojnamevanê xelkê Seqizê, Birêveberê kanala Telegramî ya “Seqiz Rûdaw” û endamê Fedrasiyona Navnetewî ya Rojnamevanan ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li ser rêya Banê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 18ê Îlona 2024an, Ferdîn Mistefayî yê 39 salî û xelkê bajarê Seqizê, Birêveberê kanala Telegramî ya “Seqiz Rûdaw” û endamê Fedrasiyona Navnetewî ya Rojnamevanan ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li qehwexaneyekê li ser rêya Banê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hêjayî gotinê ye ku, ev rojnamevanê Kurd berê li Cotmeha sala borî jî, bi sedema weşana nûçeyekê derbarê pirsgirêkên xelkê Seqizê li kanala Telegramî, bi sikalaya fermandarê Seqizê bo Polîsê Fetayê li vî bajarî hate gazîkirin û bi tohmeta “weşana direwan û handana raya giştî” rastî lêpêçînê hatibû.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî rojnamevanê Kurd li ber dest nîne. Lê Hengaw hatiye agehdarkirin ku givaş û zextên li ser rojnamevanên bajarê Seqizê ji aliyê Ceifer Tewan ê fermandarê vî bajarî ve ye.


Di vî warî de zêde bixwînin