Birêveçûna sizayê darvekirina sê girtiyan li girtîgehên Zencan û Kerecê

Hengaw; Pêncşemî 8ê Gulana 2025an
Sizayê darvekirina sê girtiyan ji wan du girtiyên Kurd ên bi navên Hesen Mîrzayî, Ruhula Muradiyanî û Meziyar Kerîmî, bi tohmeta kuştina bi qest û tohmetên pêwendîdar bi madên hişber li girtîgehên Kerec û Zencanê hate birêveçûn.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 7ê Gulana 2025an, sizayê darvekirina Ruhula Muradiyanî yê xelkê Kuyeştê û Maziyar Kerîmî yê xelkê Tehranê li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate birêveçûn.
Herwisa sibêdeha roja Yekşemî 4ê Gulana 2025an, sizayê darvekirina Hesen Mîrzayî, girtiyê xelkê Kengeverê li girtîgeha navendî ya Zencanê hate birêveçûn.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Hesen Mîrzayî çar sal berî niha hatibû girtin û bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan.
Hêjayî gotinê ye ku, Ruhula Muradiyanî pênc sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber û Maziyar Kerîmî bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van sê girtiyane li medyaên hikûmetî û nemaze medyayên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.