Merîwan; Gazîkirin û girtina Umîd Ferecî bi mebesta birêvebirina sizayê girtîgehê

Hengaw; Înê 9ê Gulana 2025an
Umîd Ferecî, welatiyê Kurd ê xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê, piştî gazîkirin ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi mebesta birêvebirina sizayê bi ser de hatî sepandin hate binçavkirin û bo girtîgeha Merîwanê hate veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de, Umîd Ferecî yê temen 41 salî û xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê, piştî gazîkirin bo dadgeha Merîwanê bi mebesta birêvebirina sizayê 4 sal girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate binçavkirin û bo girtîgeha navendî ya Merîwanê hate veguhastin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hefteya borî ev welatiyê Kurd bi mebesta şopandina dosyeya xwe bangê dadgehê hatibû kirin, lê her di kombûna dadgehê de bi bê agehdarkirina berê bi sê sal girtîgeh û ji ber dosyeyeke dinê bi du sal girtîgehê hatibû sizadan û li ser hev ev sizaye bû bi pênc sal girtîgeh û di dawiyê de bo çar sal û nîv girtîgehê hate kêmkirin û her ji wir bo girtîgehê hate veguhastin.
Herwisa vê çavkaniyê ragihaniye ku, Umîd Ferecî ji ber nexwendevarî û şarezanebûn ji mafê xwe yê yasayî, nekariye berevaniyê ji xwe bike û her ev yeka jî bûye sedem ku ev sizaye ji bo wî bê derçûn.
Ev welatiye roja Yekşemî 29ê Îlona 2024an, piştî 43 roj lêpêçîn û binçavkirinê bi danîna barimteya yek milyar û sêsed milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxa dadgehê ji girtîgeha Merîwanê hatibû berdan.
Umîd Ferecî, roja Yekşemî 18ê Tebaxa 2024an, bi senariyoya îdareya Îtilaata vî bajarî, ji aliyê yek ji tayên bankekê ve hatibû gazîkirin û li ber deriyê bankê hatibû girtin.
Hêjayî behskirinê ye ku, Umîd Ferecî, bavê zarokekê ye û tenê serpereştê wê zarokê ye û piştî veguhastina navbirî bo girtîgehê, rewşa zaroka wî bi nîgeranî hatiye ragihandin