Mehabad; Elî Daniş dubare ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin

10 May 2025 00:33

Hengaw; Şemî 10ê Gulana 2025an

Elî Daniş, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Mehabadê bo cara duyem ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi awayekî tundûtîjî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 9ê Gulana 2025an, Elî Daniş ê temen 32 salî, dukandar û xelkê bajarê Mehabadê li encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê li vî bajarî hate binçavkirin.

Pêka çavkaniyeke nêzî malbata Elî Daniş, binçavkirina vî welatiyê Kurd bi şêweyekî tundûtîjî û lêdanê bûye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyeke hûr li derbarê girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin û cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Hêjayî gotinê ye ku, Elî Daniş berê li sibêdeha roja Pêncşemî 11ê Tîrmeha 2024an, li encma êrîşa tundûtîjî ya hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran û şikandina deriyê mala wî li Mehabadê hatibû girtin û piştî heyamekê bi danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin