Mehabad; Girtina Samrend Wicûdî ji aliyê hêzên ewlehî ve

Hengaw; Yekşemî 11ê Gulana 2025an
Samrend Wicûdî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Mehabadê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi awayekî tuntûtîjî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 4ê sibêdeha roja Înê 9ê Gulana 2025an, Samrend Wicûdî yê temen 38 salî û xelkê Mehabadê, li encama êrîşa hêzên ewlehî li vî bajarî hate girtin.
Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar û nêzî malbata Samrend Wicûdî, ev welatiyê Kurd bi awayekî tundûtûjî û bi lêdan û kutanê hatiye girtin.
Hêjayî gotinê ye ku Samrend Wicûdî xîzandar û bavê sê zarokan e.
Heta dema belavbûna vê raporê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê girtin û çarenûsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.