Mêhran Nesrî Zer li girtîgeha Qizilhesarê bi dizî ve hate darvekirin

Hengaw; Duşemî 12ê Gulana 2025an
Sizayê darvekirina Mêhran Nesrî Zer, girtiyê Kurd ê xelkê bajarê Sine ku berê bi tohmeta “kuştina bi qest” bi darvekirinê hatibû sizadan, bi awyekî nihênî li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 12ê Gulana 2025an, sizayê darvekirina Mêhran Nesrî Zer, girtiyê 30 salî û xelkê bajarê Sine li girtîgeha Qizlihesara Kerecê hate birêveçûn.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Mêhran Nesrî Zer sê sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû binçavkirin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Sizayê vî girtiyê Kurd di halekê de hatiye birêveçûn ku ji mafê dawî hevtîtina bi malbata xwe re hatibû bêparkirin.
Ti raporek ji darvekirina vî girtiyê Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.