Raporek li ser birêveçûna sizayê darvekirina heft girtiyan ji wan girtiyeke jin di heyamên borî de

13 May 2025 22:23

Hengaw; Sêşemî 13ê Gulana 2025an

Di heyama rojên borî de, herî kêm heft girtî ji wan jinek, du girtiyên Kurd û girtiyek Tirkmen, bi navên Mehbûbe Xusrewnijad, Fîrûz Eliyarî, Sefa Qeradaşî, Kurûş Celîlî, Mêhran Nasrî Zer, Mehmûd Hucetzade û Celîl Ezîzî li girtîgehên Gurgan, Îsfehan, Kerec û Erakê hatine darvekirin. Herwisa hefteya borî, girtiyek bi navê Peyman Muxtarî li Tewrêz hate darvekirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 12ê Gulana 2025an, sizayê darvekirina sê girtiyan ji wan jineke bi navê Mehbûbe Xusrewnijad, hevwelatiyekî Tirkmen ê bi navê Sefa Qeradaşî yê 26 salî û ji Aq Qelaya parêzgeha Gulistanê û Fîrûz (Îrfan) Eliyar ê 28 salî ji Gurganê, li girtîgeha Emîrabadê hate birêveçûn.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Mehbûbe Xusrewnijad pênc sal berî niha û Fîrûz Eliyarî û Sefa Qeradaşî her du jî çar sal berî niha di du dusyeyên cuda de bi tohmeta kuştina bi zanebûn hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Ji aliyeke dinê ve, du girtiyên Kurd ên bi navên Kurûş Celîlî yê 27 salî ji Kirmaşanê û Mêhran Nesrî Zer yê 30 salî ji Sine, bi awayekî dizî ve û bêyî mafê hevdîtina dawî bi malbatên xwe re li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hatine darvekirin. Herdu girtî sê sal berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûnê di dosyeyên cuda de hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Hevdem girtiyek bi navê Mehmûd Hucetzade yê 35 salî ji Turbet Heyderiyeyê yê ser bi parêzgeha Xurasana Rezewî, ku sê sal berî niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Îsfehanê hate darvekirin. Di heman rojê de, girtiyek dinê yê bi navê Celîl Ezîzî, ku berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Erakê li parêzgeha Merkezî hate darvekirin.

Ji aliyek dinê ve, bi cîbicîkirina sizayê darvekirina girtiyekî Tirk ê bi navê Payam Muxtarî ji Muraxeyê, hejmara girtiyên ku roja Sêşemê 6ê Gulanê li girtîgeha navendî ya Tewrêzê hatine darvekirin giha bi du kesan. Ev girtiye çar sal berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûn a hevalekî xwe hatibû girtin. Hangawê berê di vê rojê de nûçeya darvekirina Hesen Saî ragihandibû.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van girtiyane di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên ser bi Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin