Girtîgha Urmiye; Hesen Omerpûr dest avêt bi gireva birçîbûnê

18 April 2024 09:34

Hengaw; Pêncşemî 18ê Nîsana 2024an

Hesen Omerpûr yê girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Urmiyê,  ku sizayê girtina xwe di girtîgeha vî bajarî de derbas dike, wekî nerazîbûn derheq rewşa dosyeya xwe û bêrêzîkirina Daxwazkarê Giştî yê Urmiyê li hember malbata vî, beriya 4 rojan e dest avêtiye bi gireva birçîbûnê û navbirî ji bo odeyên takekesî hatiye veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 13ê Nîsana 2024an, Hesen Umerpûr yê girtiyê siyasî yê Kurd û temen 29 salî di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de, dest avêtiye bi gireva birçîbûnê û navbirî ji bo odeyên takekesî hatiye veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, navbirî ji hemû mafên xwe yên sereke wek telefonkirin û hevdîtin bi malbatê re hatiye bêparkirin.

Di vê dawiyê de malbata Umerpûr piştî daxwaza mirexesiya kurê xwe, ji aliyê Daxwazkarê Giştî yê Urmiyê ve rastî bêrêziyê hat û girtiyê Kurd wekî nerazîbûn li hemberî Daxwazkarê Giştî dest avêtiye bi gireva birçîbûnê.

Hesen Umerpûr di Adara 2023an de, ji aliyê Taya 3 a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serperestiya dadwer Necefzade bi tohmeta sîxûrîkirin û hevkarîkirin digel Îsraîlê bi 10 sal girtîgehê hatibû sizadanê.


Di vî warî de zêde bixwînin