Merîwan; Alan Mihemedî, kolberê ciwan bi mebesta birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin

Hengaw: Çarşemî 14ê Gulanê 2025an
Alan Mihemedî, kolberê ciwan ê xelkê Merîwanê ku li Adara 2024an di encama gullereşandina hêzên leşkerî (Hengê Merzî) de li ser sînorê "Hencîranê" bi dijwarî hatibû birîndarkirin, bi mebesta birêvbirina 5 sal sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha Merîwanê hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 12ê Gulana 2025an, Alan Mihemedî yê 25 salî û xelkê bajarê Merîwanê bo birêvbirina 5 sal sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agahdar, Alan Mihemedî di destpêka Nîsana îsal de ji aliyê Dadgeha Şoreş a Merîwanê ve bi pênc sal girtîgehê û valakirina şeş milyard Tumen perê nexdî hatibû sizadan.
Ev kolberê ciwan roja Pêncşemî 14ê Adara 2024an, di encama teqekirina hêzên leşkerî de li ser sînorê "Hencîran" ê ser bi Merîwanê bi giranî hatibû birîndarkirin. Navbirî ji ber ziyandîtina gurçikên xwe ji bo nexweşxaneya Kewser a Sineyê hatibû veguhastin û neştergerî jê re hatibû kirin. Piştî ku ji nexwaşxaneyê hatibû derê, bi êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wî hatibû girtin û piştre bi danîna barimteya 8 milyard Tumenî û bi awayekî demkî hatibû berdan.
Hêjayî gotinê ye ku, birînên Alan Mihamedî hê jî bi tevahî baş nebûne û her mehê pêwîstî bi diyalîz û çend car fîzyoterapiyê heye. Tevî rewşa laşiya wî ya dijwar, cîbicîkirina sizayê girtîgeha wî hatiye destpêkirin.