Birêveçûna sizayê darvekirina Muşîr Osmanzade di girtîgeha navendî ya Urmiyê de

Hengaw; Pêncşemî 15ê Gulana 2025an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Muşîr Osmanzade yê xelkê bajarê Urmiyê, ku berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta "kuştina bi zanebûnê" bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgha navendî ya Urmiyê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 14ê Gulana 2025an, sizayê darvekirina Muşîr Osmanzade yê xelkê Urmiyê, li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate cîbicîkirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê Kurd çar sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan. Navbirî roja Duşemî 12ê Gulanê ji beşa 4 a girtîgeha navendî ya Urmiyê bo odeya takekesî hatibû veguhastin.
Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê di medyaya hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.