Birêveçûna sizayê darvekirina Riza Emîrî yê xelkê Hersînê di girtîgeha Qizilhesara Kerecê de

Hengaw; Pêncşemî 15ê Gulana 2025an
Sizayê darvekirina Riza Emîrî, girtiyê Kurd ê xelkê Hersînê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha Qizilhesarê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 14ê Gulana 2025an, sizayê darvekirina Riza Emîrî, girtiyê Kurd ê temen 32 salî û xelkê Hersînê di girtîgeha Qizilhesarê de hate birêveçûn.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Riza Mîrî çar sal berî niha bi tohmeta madên hişber hatibû girtin û di dawiyê de bi darvekirinê hatibû sizadan.
Hengawê berê dabû zanîn ku, Riza Emîrî roja Duşemî 10ê Gulana 2025an, bi mebesta cîbicîkirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî ya girtîgeha Qizilhesarê hatibû veguhastin.
Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên ser bi hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.