Serdeşt; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Fireydûn Tobekar

15 May 2025 12:00

Hengaw: Pêncşemî 15ê Gulana 2025an

Fireydûn Tobekar, welatiyê Kurd ê xelkê devera Rebet a girêdayî bajarê Serdeştê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û çarenivîsa wî hê jî nediyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 9ê Gulana 2025an, Fireydûn Tobekar, yê xelkê Rebetê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke nêzî malbata Fireydûn Tobekar, bi derbasbûna şeş roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.

Vê çavkaniyê daye zanîn ku, Fireydûn Tobekar, xwediyê puana yek ji weşanxaneyên bajarê Rebetê yê ser bi serdeştê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata bajarê Urmiyê ve hatiye girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedemên girtin, çarenivîs, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin