Girtina Ezîz Ebdulahzade û Umîd Ebdulahzade du birayên xelkê Bokanê

16 May 2025 12:13

Hengaw; Înê 16ê Gulana 2025an

Du birayên xelkê Bokanê yên bi navên Ezîz Ebdulahzade û Umîd Ebdullahzade, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 15ê Gulana 2025an, hêzên îdareya Îtilaatê bi êrîşkirin bo ser cihê karê Ezîz Ebdulahzadeh yê welatiyê Kurd ê 35 salî û xelkê Bokanê, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî binçav kirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, piştî çend demjimêran Umîd Ebdulahzade yê 35 salî û birayê mezin ê Ezîz, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaatê hatiye girtin.

Ev du birayên Kurd xelkê gundê Hesenava yê ser bi Bokanê ne û derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û çarenivîsa wan ti zanyariyek serast li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin