Raporek li ser birêveçûna sizayê darvekirina 7 girtiyan li girtîgehên Kirmaşan, Xuremava, Şîraz û Hemedan

18 May 2025 21:48

Hengaw; Yekşemî 18ê Gulana 2025an

Di heyama rojên borî de, herî kêm heft girtî ji wan sê girtiyên Kurd, Ereb û Lor li girtîgehên Kirmaşan, Xuremava, Hemedan, Şîraz û Nîşabûrê bi tohmetên kuştina bi qest, destdirêjiya bi zorê û madên hişber hatine darvekirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Yekşemî 18ê Gulana 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê xelkê Kirmaşanê yê bi navê Sîrûs Ceiferî li girtîgeha Dîzilavaya Kirmaşanê hate birêveçûn. Ev welatiyê Kurd ê 27 salî û xelkê Kirmaşanê sê sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.

Hevdem sizayê darvekirina girtiyekî bi navê Esxer Baxibanî yê 29 salî û xelkê Nîşabûrê, li girtîgeha navendî ya Nîşabûrê hate birêveçûn. Ev girtiye çar sal berî niha di nakokiyekê de li ser avdana erdên çandiniyê rastî qetilkirinê hatibû û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Herwisa roja Şemî 17ê Gulana 2025an jî, sizayê darvekirina girtiyekî Lor ê xelkê Elîguderz ê bi navê Mihemedwelî Ahengerî yê 27 salî li girtîgeha navendî ya Xuremavayê hate birêveçûn. Navbirî sê sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û piştre bi darvekirinê hatibû sizadan.

Di berdewamiya pêla van darvekirinan de û pêka raporekê ku Saziya Mafê Mirovî ya Îranê belav kiriye, roja Çarşemî 14ê Gulanê, sizayê darvekirina sê girtiyan ji wan Erebek ê bi navê Nasir Hemîdî yê 34 salî û xelkê Dêzfûlê li girtîgeha Adilavaya Şîrazê hatiye birêveçûn. Navbirî çar sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û piştre bi darvekirinê hatibû sizadan.

Nasnameya du girtiyênê dinê bi Îsa Ehmedî yê 30 salî ji Şîrazê bi tohmeta destdirêjiya bi zorê ya seksî û Hadî Silêmanî ji Miyanrûdê bi tohmeta kuştina bi qest hatiye piştrastkirin. Îsa sê-çar sal berî niha û Hadî jî sê sal berê hatibûn girtin.

Herwiha roja Duşemî 5ê Gulanê, sizayê darvekirina girtiyek bi navê Emîrmihemed Tewekolî yê 32 salî û xelkê Meşhedê li girtîgeha navendî ya Hemedanê hatibû birêveçûn. Ew berê bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina van girtiyane heta dema belavbûna vê raporê, li medyayên hikûmetî û nemaze yên nêzî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin