Sine; Raporek derbarê girtin û nexuyabûna çarenivîsa Armîn Xudamuradî

Hengaw; Duşemî 19ê Gulana 2025an
Armîn Xudamuradî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin û li derheq çarenivîsa wî ti zanyariyek li ber dest nîne.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 16ê Gulana 2025an, Armîn Xudamuradî yê 26 salî û xelkê bajarê Sine li encama êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke nêzî malbata wî, bi derbasbûna sê roj ji girtina vî welatiyê Kurd, hîn jî ti zanyariyek serast derbarê çarenivîsa wî ber dest nîne.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin, ti zanyariyek ber dest nîne.