Raporek li ser darvekirina Bêhrûz Fethulahî li girtîgeha navendî ya Îlamê

Hengaw; Duşemî 19ê Gulana 2025an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê xelkê Îlamê yê bi navê Bêhrûz Fethulahî ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate birêveçûn.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 17ê Gulana 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Bêhrûz Fethulahî yê xelkê Îlamê li girtîgeha navendî ya Îlamê hate birêveçûn.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Bêhrûz Fethulahî nêzî pênc sal berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd heta dema belavbûna vê raporê di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.