Sizayê darvekirina Goran Qadirî li girtîgeha Sine hate birêveçûn

20 May 2025 10:40

Hengaw; Sêşemî 20ê Gulana 2025an

Sizayê darvekirina Goran Qadirî, welatiyê xelkê bajarê Merîwanê ku berê li ser dosyeya Şilêr Resûlî hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan, hate birêveçûn.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 20ê Gulana 2025an, sizayê darvekirina Goran Qadirî, welatiyê xelkê bajarê Merîwanê li girtîgeha navendî ya bajarê Sine hate cîbicîkirin.

Goran Qadirî sê sal berî niha li ser dosyeya Şilêr Resûlî hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibû sizadan.

Şilêr Resûlî ya 36 salî roja Şemî 3ê Îlona 2022an ku bi hênceta alîkariya jina Goran Qadirî çûbû mala wan, dema ku zanîbû jina wî li mal nîne û navbirî dixwaze destdirêjiyê bike ser wê, xwe ji pencereya avahiya wan re avêtibû xwarê û ketibû komayê.

Ev jine paşê piştî 6 roj man di yek ji navendên dermanî yên Sineyê de canê xwe ji dest da ku bû sedema nerazîbûna berfireh a xelkê Merîwanê û nemaze çalakvanên jin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin