Kirmaşan; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Kuroş Nedîmî

Hengaw; Sêşemî 20ê Gulana 2025an
Welatiyekî Kurd ê bi navê Kuroş Nedîmî yê xelkê bajarê Kamêranê ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Kirmaşanê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û piştî derbasbûna sê roj hê jî çarenivîsa wî nexuya ye.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 18ê Gulana 2025an, Kuroş Nedîmî yê temen 40 salî û xelkê gundê “Mêsûraw” ê ser bi bajarê Kamêranê û bavê du zarokan, ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Kirmaşanê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û piştî derbasbûna sê roj ji binçavkirina wî ti zanyariyek derbarê çarenivîsa navbirî ber dest nîne.
Pêka çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî ev welatiyê Kurd li bajarê Kirmaşanê bi bê nîşandana ti cure belgeyeke yasayî binçav kirine.
Heta dema belavbûna vê raporê, ti zanyariyek derabrê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, çarenivî û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.