Raporek ji birêveçûna sizayê herî kêm 5 girtiyan li girtîgeha Qizilhesarê

24 April 2025 01:13

Hengaw; Pêncşemî 24ê Adara 2025an

Sizayê darvekirina 5 girtiyan ên bi navên Mehmûdelî Nasirî, Ekber Mûsewî, Selahedîn Emûdî, Emanulah Berahûyî û girtiyek dinê yê xelkê Efxanistanê yê bi navê Ebdulah Peştûyî li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate cîbicîkirin. Hengawê li derheq veguhastina 8 girtiyan bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê li vê girtîgehê bo odeya takekesî neçûyek weşandibû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 23ê Adara 2025an, sizayê darvekirina Mehmûdelî Nasirî û Ekber Mûsewî girtiyên xelkê Dulfanê, Selahedîn Emûdî girtiyê xelkê Erdebîlê, Emanulah Berahûyî yê temen 56 salî û xelkê Zahidanê û Ebdulah Peştûyî, girtiyê xelkê Efxanistanê li girtîgeha Qizilhesarê hate cîbicîkirin.

Di vê navberê de Ebdulah Peştûyî berê bi tohmeta “muharibe ji rêya diziya çekdarî ve” û girtiyên dinê bi tohmetên pêwendîdar bi madeyên hişberî bi darvekirinê hatibû sizadan.

Ekber Mûsewî yê temen 39 salî ji çar sal beriya niha ve û Mehmûdelî Nasirî yê temen 43 salî ji pênc sal beriya niha ve bi tohmetên pêwendîdar bi madeyên hişberî hatibûne girtin.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van pênc girtiyan di medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin