Sizayê darvekirina Rostem Zeynedînî yê girtiyê olî yê Belûç li girtîgeha Zahidanê hate birêveçûn

27 April 2025 12:14

Hengaw; Yekşemî 27ê Nîsana 2025an

Sizayê darvekirinê girtiyekî Belûçî yê bi navê Rostem Zeynedînî, naskirî bi "Hacî Gul" û girtiyekî din ê bi navê Ebdulsemed Şehbazî, ku bi tohmeta madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Zahidanê hate birêveçûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 26ê Nîsana 2025an, sizayê darvekirina Rostem Zeynedînî yê girtiyê olî yê Belûç ê 30 salî û xelkê bajarê Laşar ê ser bi parêzgeha Sistan û Belûçistanê, li girtîgeha navendî ya Zahidanê hate cîbicîkirin.

Rostem Zeynedînî du sal berî niha ji aliyê hêzên ewlehî ve bi tohmeta "hevkarîkirin digel rêxistina Ceyş El-Edl" hatibû girtin û di heyameke kurt de û di helekê de ku ji mafê parêzerê diyarîkirî hatibû bêparkirin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî şermezarkirina cîbicîkirina vê sizayê darvekirinê, tekezî dike ku bikaranîna sîstematîk a sizayê darvekirinê, bi taybetî li dijî kêmîneyên etnîkî û olî, binpêkirina cidî ya pêbendbûna navneteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê di warê mafê mirovan de ye.

Li gorî gotina malpera "Hal Weş"ê,  Rostem Zeynedînî di heyama girtina xwe de bi tundî hatiye îşkencekirin û hatiye neçarkirin ku li dijî xwe îtîrafên bi zorê bike. Navbirî piştî veguhastinê bo girtîgeha navendî ya Zahidanê, hemû tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin bi tundî red kiriye.

Hevdem, sizayê darvkirina Ebdulsemed Şehbazî (Berîçî) yê 28 salî, bi tohmeta madên hişber li vê girtîgehê hate birêveçûn.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin