Raporek li ser cîbicîkirina sizayê darvekirina girtiyê Kurd Yûsif Îsmeîlî li girtîgha navendî ya Bender Ebasê

Hengaw; Înê 23ê Gulana 2025an
Sizayê darvekirina Yûsif Îsmeîlî, girtiyê Kurd ê xelkê Serdeştê ku berê bi tohmeta "hilgirtina Esîd"ê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Bender Ebasê hate birêveçûn.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 20ê Gulana 2025an, sizayê darvekirina Yûsif Îsmeîlî, bavê du zarokan, 38 salî û xelkê Serdeştê, li girtîgeha navendî ya Bender Ebasê hate birêveçûn.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Yûsif Îsmeîlî sê sal berê bi tohmeta hilgirtina Esîdê ji Bener Genawe bo Serdeştê hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Îranê ve bi bê ku biryar ji Dadgeha Bilind re were şandin û biryar ji girtî û malbata wî re were ragihandin, bi darvekirinê hatibû sizadan.
Hêjayî gotinê ye ku, Yûsif Îsmeîlî di sê salên girtina xwe de ji mafê hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin, û du roj berê malbata wî bêyî ku ji sizayê darvekirina wî agehdar be ji bo dawî hevdîtinê bo girtîgehê hatibûne gazîkirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd di medyayên hikûmetê nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.