Hacî Berze ji mamosteyê zimanê Kurdî ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin

21 December 2024 12:04

Hengaw; Şemî 21ê Kanûna 2024an

Hacî Berze, çalakvanê medenî yê Kurd û ji mamosteyê xwebexş ê zimanê Kurdî li damezraweya hînkarî ya Zimanê Kurdî ya “Beyan”, ku di vê dawiyê de pênc meh sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin, ji bo birêvebrina sizayê girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 18ê Kanûna 2024an, Hacî Berze yê çalakvanê medenî û ji çalakvanê Jîngehparêzî û mamosteyê zimanê Kurdî piştî gazîkirin bo Taya Birêveberiya Sizayan a Pîranşarê hatiye girtin û bo birêvebirina heyama sizayê pênc meh girtîgeha bi ser de hatiye sepandin bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhastin.

Hacî Berze ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Keyferî ya Pîranşarê ve bi serokatiya dadwer “Emîr Mihemedî”, bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê” 5 meh girtîgeh û bi tohmeta “belavkirina nerastiyan” dana 15 milyon Tumen bi ser de hate sepandin.

Hêjayî gotinê ye ku, Hacî Berze yê çalakvanê medenî û ji çalakvanê Jîngehparêzî yê xelkê gundê “Çiyane” yê girêdayî Pîranşarê, roja Çarşemî 8ê Gulana 2024an, bi êrîşa hêzên Îtilaatê bo ser cihê karê wî bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî hatibû girtin û ji bo girtîgeha vê saziya ewlehî li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Navbirî di dawiyê de piştî sê hefteyan binçavkirin li rêkefta 27ê Gulana 2024an, bi danîna barimteya 2 milyard û 500 milyon Tumenî bi awayekî demkî û heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Nexedê  hatibû  berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin