Rêûresma Newrozê; Keywan Mînûyî, çalakvanê medenî û mamosteyê Zimanê Kurdî li bajarê Merîwanê hate girtin

23 March 2025 19:24

Hengaw; Yekşemî 23ê Adara 2025an

Keywan Mînûyî, çalakvanê medenî û mamosteyê Zimanê Kurdî yê xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin. Navbirî berê jî li derheq çalakiyên xwe hatibû girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 23ê Adara 2025an, Keywan Mînûyî yê temen 32 salî, çalakvanê medenî û jîngehparêzî û mamosteyê Zimanê Kurdî yê xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hate girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê dest danîne ser telefona Keywan Mînûyî ya kesî û digel xwe birine.

Keywan Mînûyî derçûyê beşa Civaknasî ya zanîngeha Peyam Nûr a bajarê Merîwanê ye û herwisa ji endamên çalak ê Encumena Çandî ya (Vejîn) û Encumena Jîngehparêzî ya “Kesk a Çiya” li bajarê Merîwanê ye.

Navbirî berê jî li rêkefta 13ê Mijdara 2021an, digel pênc welatiyên din ên xelkê vî bajarî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin. Navbirî di dawî de piştî nêzî 80 roj girtin li rêkefta 30ê Şibata 2022an bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, Keywan Mînûyî di heyama çend salên derbasbûyî de hem li saziyên xwendkarî yên zanîngeha Peyam Nûr û hem jî li Encumena “Vejîn”ê wekî mamosteyê Zimanê Kurdî  çalakî  hebûye.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin