Birêveçûna sizayê darvekirina Murad Delayî Mîlan li girtîgeha navendî ya Makûyê

Hengaw; Sêşemî 27ê Gulana 2025an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Murad Delayî Mîlan ê xelkê Çaldiranê yê ser bi Parêzgeha Urmiyê, ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Makûyê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 26ê Gulana 2025an, sizayê darvekirina Murad Delayî Mîlan, xelkê gundê "Mescidlû" yê girêdayî bajarê Makûyê û bavê heft zarokan, li girtîgeha navendî ya Makûyê hate cîbicîkirin.
Li gorî çavkaniyeke agahdar, ev girtiyê Kurd pênc sal berî niha bi tohmeta madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd di medyayên hikûmetê nemaze medyaya nêzîk Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin