Raporek li ser darvekirina Yasir Celîliyan li girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê

27 May 2025 22:22
Hengaw; Sêşemî 27ê Gulana 2025an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê xelkê Kermaşanê yê bi navê Yasir Celîliyan ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha Dîzilavayê hate birêveçûn.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 20ê Gulana 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Yasir Celîliyan ê xelkê Kirmaşanê li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate cîbicîkirin.
Ev girtiyê Kurd berê bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetê bi taybetî medyayên nêzîk Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.
Source: Hengawê Kurdî