Çar çalakvanên medenî li bajarê Seqizê bi awayekî tuntûtîjî hatine girtin

27 May 2025 22:30

Hengaw; Sêşemî 27ê Gulana 2025an

Hîwa Ehmedî, Mihemed Zebîhî, Soran Sultanî û Rehîm Qudretî, çar çalakvanên sivîl ên xelkê bajarê Seqizê di encama êrîşa hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran de bi awayekî hovane û tundûtîjî hatine binçavkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 5ê sibêdeha roja Sêşemî 27ê Gulana 2025an, Hîwa Ehmedî, Mihemed Zebîhî, Soran Sultanî, û Rehîm Qudretî li Seqizê hatine girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran li ser dîwarên mala van welatiyane derbasî nav malên wan bûne û tevî çêkirina rewşeke tirsê û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî, ev çalakvanên medenî bi awayekî hovane binçav kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî van welatiyên Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin