Sewlava; kuştin û birîndarbûna du kolberan bi teqeya Hêzên Sînorî

28 May 2025 19:53

Hengaw; Çarşemî 28ê Gulana 2025an

Ji ber gullereşandina rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) yên Komara Îslamî ya Îranê li bilindahiyên sînorê Sewlavayê kolberekî Kurd ê bi navê Kurûş Muradî hate kuştin û kolberekî dinê yê bi navê Rizgar Wetendost jî hate birîndarkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 27ê Gulana 2025an, Kurûş Muradî, kolberê ciwan ê xelkê gundê Sipîdar ê ser bi Sewlavayê, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî ji aliyê stûyê xwe ve hate kuştin.

Di vê gullereşandinê de ku li sînorê "Te Te" yê girêdayî bajarê Sewlavayê hatiye qewimîn, Rizgar Wetendost, bavê du zarokan jî bi giranî hatiye birîndarkirin.

Şahidekê di vê derbarê de ji Hengawê re gotiye: "Hêzên leşkerî yên cihgir li binkeya Jalane di halekê de tirombêla ku ev du kolberane tê de bûne dan ber gulleyan ku diçûn bo karê kolberiyê û ti bar bi van re nebûye.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Rizgar Wetendost jî, ji aliyê çend cihên laşê xwe ve hatiye birîndarkirin û bo nexweşxaneya Ebû Elî ya Merîwanê hatiye veguhastin û rewşa navbirî bi xirab hatiye ragihandin.

Kolberê birîndar ji ber kûrahî û giraniya birînên xwe niha ji bo tedawiya pizîşkî bo navendeke dermanî li Merîwanê hatiye veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin