Sine; Sidêq Mihemedî, ajotvanê barhilgirê hate girtin

Hengaw; Sêşemî 28ê Gulana 2025an
Sidêq Mihemedî, ajotvanê barhilgirê yê xelkê bajarê Sine ji aliyê îdareya Îtilaat ve hate girtin. Girtina vî ajotvanê bi sedema ragihandina navbirî digel mangirtina seranserî ya ajotvanan û piştîvanîkirin ji wan bûye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 27ê Gulana 2025an, Sidêq Mihemedî yê xelkê bajarê Sine li yek ji şeqamên vî bajarî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate binçavkirin.
Pêka gotina çavkaniyeke nêzî malbata Mihemedî, navbirî di heyama çend rojên derbasbûyî de çend caran ji rêya pêwendiya telefonî ve bo îdareya Îtilaatê hatibû gazîkirin.
Ji rewş û ragirtina Sidêq Muhemedî piştî girtinê ti zanyariyek serast ber dest nîne û hewla malbata navbirî ji bo agehdarbûn ji rewşa wî bê encam maye.
Her di vê derheqê de roja 27ê Gulanê, Şehab Darabî, ajotvanê xelkê Şabatê bi awayekî hovane li mala xwe her di vî bajarî de hatibû girtin. Girtina vî ajotvanê bi sedema piştîvanîkirin ji mangirtina seranserî ya xwediyên maşînên barhilgir bûye.
Mandirtina ajotvan û xwediyên maşînên barhilgir ji roja 19ê Gulanê ve bi bangewaziyek Yekeya Damezraweya Barhilgir û Ajotvanan li seranserê Îranê hate destpêkirin û heta niha jî berdewam e.